2024-06-03T06:38:02.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, êvariya yekşemê 02.06.2024ê li bajarê Duhokê, digel birêz David Berger rêvebirê karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê civiya.
Di civînê da peywendiyên Amerîkayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa giştî ya Iraqê, hilbijartin û rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê hatin gotûbêjkirin.
Her du aliyan tekezî li ser girîngiya lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û kodengî û beşdariya hemû aliyên siyasî û pêkhateyan di hilbijartinan da kirin û li ser pêwîstiya parastina aramî û seqamgîriya Iraqê hevdeng bûn.
Cîbicîkirina destûr û sîstema federalî li Iraqê, rewşa navçeyê bi giştî û çendîn mijarên ku berjewendiyên hevbeş hene hin mijarên din yê civînê bûn.