Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê digel Wezîra Hevkariya Aborî û Geşepêdana Almanyayê civiya

2023-06-26T11:22:13.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Îro danê sibê 26.06.2023ê li Berlînê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê digel xatûn Svenja Schultze Wezîra Hevkariya Aborî û Geşepêdana Almanyayê civiya
Di civînê da ku, Balyozê Iraqê li Berlînê jî tê de amade bû, geşepêdana peywendiyên Almanyayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê, hevkariya hevbeş di navbera her du aliyan da di warên cuda da, rewşa Şingalê, Êzdiyan û koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê û metirsiya guhertina av û hewayê li ser Iraqê hatin gotûbêjkirin.
Serok Barzanî spasiya piştevanî û alîkariyên Almanyayê yên ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û kêfxweşiya xwe jî li hember rêkeftinên vê dawiyê ya di navbera Almanya û Iraqê da nîşan da û tekez li ser xwesteka Herêma Kurdistanê jî kir ji bo zêdetir berfirehkirina têkiliyan û alîkariyên hevpar di navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê da.
Xatûn Schultze berdewamiya piştevanî û xwesteka welatê xwe ji bo hevkarîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da, bi taybetî di wan waran da ku pêwîstin, wek sermayeguzarî, rahênan di warên cuda de û pir rengkirina aborî bi awayekî ku alîkar be digel rêkarên ji bo çareserkirina bandora guhertina av û hewayê li ser Iraq û Herêma Kurdistanê.