2023-06-26T11:26:51.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro piştî nîvro 26.06.2023ê li bajarê Berlînê, digel xatûn Francesca Brantner Sekretera Dewletê ya li Wezareta Aborî ya Almanyayê civiya.
Di civînê da ku birêz Balyozê Iraqê li Berlînê jî amade bû, her du alî li ser astengî û pirsgirêkên ku dikevin pêşiya Iraqê di warên guhertina av û hewayê, kêmbûna avê, hişkesalî û bi biyabanbûnê de gotûbêjan kirin ku, ev hemû jî wisa dikin ku, Iraqê pêwîstî bi piştevanî, alîkarî û pisporî ya derve hebe.
Her du alî li ser girîngiya hebûna bernameyeke berfireh ji bo çareserkirina van astengî û pirsgirêkan li Iraqê hevdeng bûn û tekez li ser pêwîstî û girîngiya alîkariya Iraqê kirin, bi taybetî di warê enerjiya nûjen û kêmkirina pêdagiriya bi neftê da û handana sektora taybet û sermaye razandina Almanyayê li Iraqê û Iraq û Herêma Kurdistanê.