Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê û Serok Wezîrê Iraqê ji bo rûbirûbûna terorê, tekez li ser hevkarî û hemahengiyê dikin.

2021-12-07T11:18:50.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ
Îro sêşem 07.12.2021 li peywendiyeke telefoniyê da birêz Mistefa Kazimî Serok Wezîrê Iraqê li gel birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, guftûgoyek di derbarê gefa emnî û destdirêjiyên wê yên li vê dawiyê ya rêxistina terorîstiya Da'îş kirin ku binkeyên hêzên emnî yên Iraqê û welatiyên wê kire armanc û buye sedema şehîdbûn û birîndarbûna çendîn Pêşmerge û welatiyan.

Birêz Kazimî tekez li ser piştevanîkirina tevahiya hewlên Pêşmerge yên ji bo rûbirûbûna terorê kir, li gel hemahengiya tevahiya li navbera hêzên çekdarên Iraqê da bi Pêşmerge û artêş û hêzên emnî yên din ve, bi taybetî jî li navçeyên valahiya emnî di navbera her du aliyan da.

Birêz Serok Wezîr tekez jî li ser pêwîstiya karkirina çalakkirina lîjneyên hevbeşên hemahengiya li navbera artêşa Iraqê û Pêşmerge da kir ku ji bo rûbirûbûn û nehiştina paşmayên Da'îş û binbirkirina wan ku li ser Iraq û tevahiya navçeyê bûne metirsî.

Ji aliyê xwe ve birêz Serokê Herêma Kurdistanê spasî birêz Serok Wezîrê Iraqê kir, tevahiya amadehiya Herêma Kurdistanê jî ji bo hevkarî û hemahengiya li gel hêzên Iraqiyan da û ji bo parastina asayîş û aramiya li seranserê Iraqê bi Herêma Kurdistanê ve jî dûpat kir.