Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê hevkariya hevbeş dinirxînin

2023-04-08T22:49:15.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ Nûçe
Êvariya roja şemiyê 08.04.2023ê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, di berdewamiya civîn û hevdîtinên xwe da li Bexdayê, digel Mihemed Şîya Sûdanî Serokwezîrê Iraqa Federal civiya.

Di civînê da, Serok Nêçîrvan Barzanî piştgîriya Herêma Kurdistanê ji bo birêz Serokwezîr û Hikûmeta Federal a Iraqê û cîbicîkirina karnameya wê nîşan da. Herwiha pesna pêngav û hewlên birêz Sûdanî yên ji bo cîbicîkirina karnameya hikûmetê û rêkeftina siyasî ya Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê kir.

Birêz Sudanî, ji aliyê xwe ve, spasiya rola Serok Nêçîrvan Barzanî û berdewamiya hewlên wî yên ji bo nêzîkkirina aliyan û çareserkirina pirsgirêkan kir û tekez li ser girîngiya berdewamiya diyaloga di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê ji bo çareserkirina pirsgirêkan kir.

Her du alî li ser pêwîstiya cîbicîkirina rêkeftina destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê û piştevaniya aliyên siyasî yên li Parlamentoyê ji bo derbaskirina yasaya bûdceya giştî ya Iraqê hemfikir bûn. Herwiha tekez li ser berdewamiya hevkariya hevbeş di navbera Hewlêr û Bexdayê di hemû waran da kirin.