2024-05-15T10:18:19.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, Êvariya îro sêşemê 14.05.2024ê li Bexdayê, digel birêz Mihemed Şiya Sûdanî Serokwezîrê Iraqa Federal civiya.
Di civînê da rewşa giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û pirsên hevbeş yên her du alîyan danustandina bîr û ramanan kirin, herwiha behsa bernameya karê hikûmeta Iraqa Federal û plan û stratejiya pêşxistina aborî û geşepêdana li tevahiya Iraqê kirin.
Di mijareke dinê civînê da, çendîn dosye û mijarên hevbeş yên di navbera Hikûmeta Iraqa Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê da hatin gotûbêjkirin û tekez li ser berdewamiya diyaloga di navbera her du aliyan ya di hemû waran da ji bo gihiştina çareseriyeke berdewam li ser bingeha destûr û yasayan kirin.