Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê rewşa welat gotûbêj dikin

2023-01-21T17:38:35.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ Nûçe
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro şemiyê 21.01.2023ê li Bexdayê digel Mihemed Şiya Sûdanî Serokwezîrê Iraqê civiya.

Di civînê da pêşhatên dawî yên rewşa Iraqê û pêşxistina hemahengî û hevkariya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal de hatin gotûbêjkirin.

Her wiha di civînê da behsa karê hevbeş di navbera her du aliyan da hat kirin, bi taybetî di warê yasayên petrol û gazê, bûdceya Iraqê û hewlên parastina sînoran.