Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê û Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Brîtanyayê civiyan

2026-10-19T10:53:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Berî nîvroya îro duşem 19/10/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li Jonathan Powell, Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Brîtanyayê û şandeke pê re kir.

Di civînê de ku birêz Irfan Siddiq, Balyozê Brîtanyayê li Iraqê amade bû, têkiliyên Brîtanyayê li gel Iraq û Herêma Kurdistanê, bi taybetî di warê ewlehî û leşkerî de, hevkariya hevbeş a di navbera wan de ji bo rûbirûbûna terorê û parastina aramî û ewlehiya li Iraq û navçeyê de hatin gotûbêjkirin.

Rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û hewldanên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê, dawîn pêşhatên siyasî û ewlehiyê yên navçeyê bi giştî, ligel hewldanên dîplomatîk ji bo aramkirina aloziyan, mijareke din a civînê bû ku birêz Konsolê Giştî yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê amade bû.