Sibehiya îro Înê 03.07.2026an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê li Tehranê, ligel birêz Abbas Iraqçî, Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê civiya.
Di civînê de, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê yên ligel Îranê gotûbêj kirin û derbarê pêşxistina hevkarî û hevahengiya hevbeş de danustandina bîr û ramanan kirin. Her wiha ronahî xistin ser rawestandina şer û geşedanên herî dawî yên navçeyê.
Her du aliyan tekez li ser girîngiya berdewamiya diyalog û hevahengiya piralî kirin, bi awayekî ku xizmeta parastina ewlehî, aramî û berjewendiyên gelên herêmê bike.