2024-02-16T17:43:51.000000Z
Evariya roja înê 16.02.2024ê li Almanyayê di Konferansa Asayîşê ya Munchenê da, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, di civînekê da digel birêz Hakan Fîdan Wezîrê Derve yê Tirkiyê derfet û warên xurtkirina têkiliyên Tirkiyê bi Iraq û Herêma Kurdistanê ra gotûbêj kirin di derbarê pêşhatên dawî yên herêmî bi giştî da danûstandinên bîr û ramanan kirin.
Her du aliyan tekezî li ser girîngiya parastina asayîş û aramiyê û hevkariya Tirkiyê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna gef û metirsiyên li ser asayîş û aramiya her du welatan kirin. Herwesa behsa hewl û gavên dawî yên di warê hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê da kirin.
Têkoşîna li dijî terorê, xebatên hevpar yên welatên navçeyê ji bo parastina aştî û aramiyê û çend mijarên din yên xwedî berjewendiyên hevpar hatin gotûbêjkirin.