2020-01-15T17:57:45.000000Z
Serok Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku hemû hewlek ji bo asayîkirina rewşa Iraqê û vegerandina aramiyê didin û nabê Iraq bikin qada yek alîkirina gengeşeyan. Her wiha got: Li vê qonaxê da ji bo rûbirûbûna metirsiya serhildana terorê, Iraq pêwîstî bi piştgîriya hevpeymanane.
Li civîna êvariya îro çarşem 15/01/2020 li Hewlêrê, li gel birêz Şêx Mihemed Bin Abdulrehman Al Sanî Cîgirê Serok Wezîr û Wezîrê Derveyê Qeterê, Serok Nêçîrvan Barzanî her wiha got: Herêma Kurdistanê bi girîngiyê ve serdana rêzdar ya Iraq û Herêma Kurdistanê dinêre û tekez li ser karê hemû aliyek ya ji bo parastina navçeyê kir ku hê jî metirsî û gefa Da'îş li ser maye.
Ji aliyê xwe ve birêz Mihemed Bin Abdulrehman Al Sanî Wezîrê Derveyê Qeterê ragihand: Ew bi girîngiyê ve rola Herêma Kurdistanê ya li asayîkirina rewşê dinêrin, bi taybetî ku li pêgehekdaye dikarê hevkar bê ji bo nermkirina aloziyan. Her wiha dûpat kir ku ew girîngiyê bi peywendiyên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê ya li warên cûda cûda de didin.
Nirxandina hewlên Herêma Kurdistanê li gel Hikûmeta Federal ya ji bo asayîkirina rewşê, peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Qeter û derfeta veberhênana Qeterî li Herêma Kurdistanê û hatina tîmekî teknîkî Qeterî ya ji bo encamdana nirxandinê li vî derbarî de, rewşa koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê û çawayiya hevkarîkirina wan, aliyekî dinê vê civînê bûn.