2024-02-17T08:38:47.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, Îro danê êvarê 16.02.2024ê di çarçoveya Konferansa Asayîşê ya Munchenê da, digel birêz Tobias Lindner Wezîrê Dewletê yê Almanyayê ji bo Karûbarên Derve civiya.
Her du aliyan, di civînê da, tekezî li ser pêşxistina peywendiyên Almanyayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê û berfirehkirina hevkariyên hevbeş di navbera wan da kirin. Her du alî hevdeng bûn ku aramiya ewlekarî û siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo tevahiya navçeyê girîng e.
Birêz Lindner balkişand li ser wê yekê ku Almanya girîngiyeke mezin dide rewşa Iraqê û dê li ser piştevaniya Iraq û Herêma Kurdistanê berdewam be. Li beranber da Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya palpiştiya Almanyayê ya berdewam bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û rola hêzên Almanyayê di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê da bilind nirxandin.
Her du aliyan tekezî li ser başkirina rewşa Şingalê û Êzdiyan kirin. Di vê derbarê da Serok Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê kir ku, cîbicîkirina rêkeftina di navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê dê bibe alîkar ku Êzdî vegerin Şingalê û avadan bikin.
Rewşa navxweyî û hilbijartinên Herêma Kurdistanê mijareke dinê civînê bû. Serok Nêçîrvan tekîd li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê pabende bi wê yekê ku di zûtirîn dem da hilbijartinan encam bide.