2024-04-23T07:08:50.000000Z
Birêz Recep Tayyip Erdogan Serokomarê Tirkiyê û şandeya pê ra, êvariya roja duşemê 22.04.2024ê, di çarçoveya serdana xwe ya bo Iraqê da, gihîştin Herêma Kurdistanê û li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê birêzan Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî û ji aliyê hejmareke wezîr û berpirsên pilebilind yên Herêma Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin.
Paşî di civînekê da serdana îro ya Serok Erdogan bo Bexdayê û hevdîtinên wî yên digel berpirsên pilebilind yên Iraqê, peywendiyên Tirkiyê digel Iraq û Herêma Kurdistanê bi taybetî di warê aborî û bazirganî da û hevkariya di warê ewlehiyê da hatin gotûbêjkirin.
Di civînê da Serok Nêçîrvan Barzanî dilxwaziya Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina têkiliyên digel Komara Tirkiye yê di hemû waran da diyar kir û tekez li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê wek hertim dê faktora aştî û aramiya navçeyê bimîne û spasiya Tirkiye jî kir ku di demên dijwar da alîkarî û piştevaniya Herêma Kurdistanê kiriye.
Her di civînê da Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekezî li ser amadebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina peywendiyan û hevkariyên hevpar yên aborî û bazirganî yên digel Tirkiyê kir û herwiha behsa derfetên kar û veberhênanê ya ji bo kompanyayên Tirkiyê di hemû waran da kir û spasiya wan kir ku di dema dijwar ya aborî da li ser kar û û pêkanîna projeyan berdewam kirine.
Serokomar Erdogan, ji aliyê xwe ve, tekezî li ser berdewamiya piştevaniya welatê xwe ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê û amadehiya welatê xwe ji bo hevkarîkirin û berfirehkirina peywendiyên digel Iraq û Herêma Kurdistanê di hemû waran da kir û tekezî li ser pêwîstî û girîngiya parastina aştî û aramiyê li navçeyê û çareserkirina pirsgirêkên wê û mîsogerkirina mafên pêkhateyan kir.
Rêkeftinname û yadaştên lihevtêgihiştinê yên di navbera Tirkiyê û Iraqê, parastina ewlehiya sînor, têkoşîna li dijî terorê û pêşhatên dawiyê yên herêmî û çend mijarên din ên ku di berjewendiya her du aliyan da ne, di civînê da gotûbêj kirin.