2021-02-16T07:33:47.000000Z
Êrîşa terorîstiya şeva derbasbûyî ku bi mûşekan li ser Hewlêrê hate kirin û bû sedema wê yekê ku kesek canê xwe ji dest da û neh kesên din jî birîndar bûn ku hejmarek ji wan Amerîkîne, bi tundî şermezar dikîn. Serxweşiyê li kesukarên qurbaniyê dikîn û hêviya bi lez başbûnê ji bo birîndaran dixwazîn.
Daxwaz ji Encumena Asayîşa Navdewletî û Neteweyên Yekgirtî dikîn metirsiya wê êrîşê gelek bi ciddî werbigrin û kar bikin ji bo rêgirtina li nehiştina gefên li ser xelkê Herêma Kurdistanê û li rêya handana Hikûmeta Iraqê ve ji bo bicîhkirina destûra Iraqê û bi taybetî maddeya 140.
Daxwaz ji birêz Serok Wezîr û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê û Fermandeyê Hêzên Hevpeymanan li Iraqê dikim, bi lez mekanîzma hemahengiyê li gel Herêma Kurdistanê çalak bikin û hêzên asayîş û Pêşmerge li gel artêş û dezgeh û hêzên Iraqiyan bi beşdariya hevpeymanan li wê navçeyê, pêkve kar bikin û hemaheng bin.
Nebûna hemahengî û hebûna hinek hêz û grûpên çekdarên derveyê ferman û desthilata Hikûmeta Federal, bûne sedema aloziya navçeyê û wiha kiriye gefeke berdewam li ser Herêma Kurdistanê hebê. Ji bo wê yekê daxwaz ji birêz Serok Wezîrê Iraqê dikim bi lez lîjneyeke hevbeşa lêkolînê Hikûmeta Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal destbikar bê û bi zûtirîn dem êrîşkar bêne peydakirin û bi sizayên xwe yên yasayî bêne gihandin.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
16.02.2021