2021-10-31T09:56:02.000000Z
Pirse û sersaxîyê li malbat û kesûkarên serbilindê her du şehîdên cangorî Xalîd Hemîd Heyas û Ako Kerîm Qadir li lîwaya 10ê piyadeya ser bi Wezareta Pêşmerge dikim ku şeva derbasbûyî piştî rûbirûbûneke qehremanane di dema rûbirûbûna teroristên Da'îş da li navçeya Pirdê şehîd bûn û canê xwe yên pak bi niştiman bexşîn.
Ji dil ve hevsoz û hevxema malbat û kesukarên wan û tevahiya heval û hevsenger û Pêşmergeyên qehremananim. Li nêzîk ve hest bi êş û azarên wan dikim. Ji Xwedayê mezin hêvîdarim ruh û giyanê şehîdan bi himbêz û dilovaniya xwe şad bike û hedar û bîhnfirehiyê bi wan û me û hemûyan bibexşê.
Dûbarebûna berdewam û berfirehbûna êrîşên terorîstan, wê rastiyê derdixe ku Da'îş hê jî metirsiyeke rastîne û gefê li aramiya welat dike. Ji bo wê yekê divê bi îrade û desteke polayîn ve, bi hevkarî û hemahengiya Pêşmerge û artêşa Iraqê û hêzên emnî û bi piştgîriya Hevpeymaniya Navdewletî heta ji navbirina yekcarî ya wan, rûbirû û berengariya wan bibîn.
Silav û rûmet ji bo giyanê pakê şehîdan.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
31.10.2021