Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Daxuyaniyek ji Serokê Herêma Kurdistanê

2024-04-16T06:50:04.000000Z
Nûçe Civîna Çapemeniyê
Îro 16ê Nîsanê di bîranîna (37) salvegera kîmyabarankirina Balîsan û Şêx Wasanan û Geliyê Xoşnawetiyê da, nemirî ji bo giyanê pakê şehîdan û silav li kesûkar û malbatên wan yên serbilind û hemû qurbanî û lêqewmiyên tawanên rejîma berê ya Iraqê bin. Em wan bi rêz û hurmet bi bîr tînin.

Kîmyabarankirina wê herêmê ku her tim qada şoreş û tekoşîna li dijî zulm û dîktatoriyê bûye û ji bo azadiya gelê Kurdistanê gelek qurbanî daye, destpêka tawana kîmyabarankirina li ser gel û axa Kurdistanê bû ku, bû rûpeleke reş di dîroka tawanbarên wê û nîşana zûlma li ser gelê Kurdistanê de.

Xelkê Balîsan, Şêx Wasanan û Geliyê Xoşnawetiyê yên camêr û welatparêz wek hemû gelê Kurdistanê ji ber kîmyabaran û jehrîkirina ax, av û esmanê, teslîm nebûn lê belê li dijî zûlm û zordariyê li ber xwe dan û têkoşîna xwe ya li dijî sitem û diktatoriyê domandin, ji ber vê yekê ew hêjayî baştirîn xizmet û lênêrîna zêdetirin.

Silav ji bo hemû dilsozên ku di dema kîmyabaranê da alîkariya qurbaniyan kirin û ji bo dermankirina birîndar û lêqewiyan canê xwe xistine metirsiyê. Bila rihê şehîdan şad be û bîranîna wan hertim bi xêr be.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
16.04.2024