2019-08-25T08:11:54.000000Z
Li çarçêweya pêşhatina êrîşa Enfalê da ku sala 1988 ji aliyê rejîma Be'es ve beramber bi xelkê sîvîlê Herêma Kurdistanê hate encamdan û têda zêdetirê (180.000) sed û heştih hezar hemwelatiyên Kurdistanê hatin bêseruşûn û şehîd kirin û bi hezaran gund û dêhatên Kurdistanê wêran bûn, îro enfalkirina Behdînan bibîrtînîn.
Enfalkirina Behdînan ku dawiya pêşhatina êrîşa enfalan bû, li 25ê tebaxê heta 6ê Îlona 1988 hemû navçeyên Behdînanê girt û têda kîmyabaran û girtin û kuştin û raguhestin û wêrankirina Mizgeft û Dêr û gûnd û navçeyên Behdînan ji aliyê pênc firqe û yekîneyên serbazî ve hate encamdan û ewên ji wê tawanê jî rizgar bûn, koçberî Îran û Tirkiye û welatên din bûn.
Di demek da gelek bi rêz û hûrmetê ve şehîdên enfalkirina Behdînan û tevahiya şehîdên Kurdistanê bi bîrtînîn, carekî din daxwaz ji Hikûmeta Iraqê dikîn li gor biryara Dadgeha Bilinda Tawanên Iraqê ku pêşhatina êrîşa enfalê bi tawana dijî mirovayetî û jenosayd û cengê nasand, erkê xwe yê yasayî û exlaqî bi cîh bîne û qurbaniyên enfalê qerebû bike. Her wiha Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî radispêrîn ku zêdetir xizmetkirina qurbanîyên enfalan û dûvdaçûnê li çarenivîsa wendabûyan bike yek ji ewlewiyata karên xwe.
Dirûd û silav ji bo giyanê pakê şehîdên enfalkirina Behdînan û hemû enfalkiriyan û tevahiya şehîdên Kurdistanê.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
25/08/2019