Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Daxuyaniya civîna hevbeşa PDK û YNK û Goran li Serokayetiya Herêma Kurdistanê

2020-12-08T14:39:26.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ
Îro sêşem 08/12/2020 bi serpereştiya birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê civîna hevbeşa Partiya Demokrata Kurdistanê, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û Tevgera Goran, li Serokayetiya Herêma Kurdistanê li Hewlêrê birêveçû.

Civînê de biryar dan ku bi zûtirîn dem şandeke bilinda siyasî û hikûmiya Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike û guftûgoyê li gel Hikûmeta Federal û aliyên Iraqiyan ji bo gihîştina bi rêkeftin û çareserkirina kêşeyên helawestî, bi taybetî jî babeta maf û hêjayiyên darayiyên Herêma Kurdistanê û cêgîrkirina wan ya li proje yasaya budçeya 2021 ê Iraqê da encam bide.

Civînê de tekez li ser piştgîriya çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li dahat û xerciyên Herêmê û li ber girtina hemû hengavekî pêwîst, yên ji bo dabînkirina mûçeya mehaneya mûçexoran û bersîvdana daxwazên wan yên rewa kirin.

Civînê de tekez li wê yekê kirin ku xwepêşandana medeniyaneya dûrî li alozî û êrîşkirina sazî û damezraweyên fermî û ser û malê welatiyan, mafeke rewaye û aliyan tekez li ser berpirsiyariya hevbeş ya bi navê berjewendiyê bilindê welatiyan ya ji bo derbaskirina rewşa nexwestiya Herêma Kurdistanê, çareserkirina kêşe û qeyranan, rûbirûbûna gefan û parêzgarîkirina li qewareya Herêma Kurdistanê li çarçêweya destûrê da kirin.