2022-02-18T12:16:22.000000Z
Sibehiya îro în 18.02.2022 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li çarçoveya Konferansa Asayîşa Munich da, li gel birêz Sultan Ehmed Elcabir Wezîrê Pîşesazî û Teknelojiya Pêşketiyên Îmaratê û Serokê şanda welatê wan civiya.
Li civînê de her du alî tekez li ser pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Îmarat li hemû waran da kirin û tîşk xistin li ser derfeta kar û veberhênana Îmaratî li Herêma Kurdistanê, her wiha li ser girîngiya parastina aramiya li navçeyê de hevra bûn.
Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî derbirîna amadehiya Herêma Kurdistanê ya ji bo rexsandina derfeta kar û veberhênana Îmaratî, tekez li ser girîngiya jîngeheke aram û dirust ya ji bo veberhênana biyanî li Iraq û Herêma Kurdistanê kir.
Rewşa Iraqê û pêşhatên dawî yên proseya siyasî, peywendiya di navbera welatên navçeyê, pêşhatên rewşa di navbera Rûsya û Ukrayna û bandora wê ya li ser warê uze û enerjiyê, çend mijareke dinê civînê bûn.