2021-02-24T13:48:44.000000Z
Piştî nîvroya îro çarşem 24.02.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Matthew Tueller Balyozê Amerîka li Iraqê kir.
Li civînê de pêşhatên dawî yên emnî û siyasiyên Iraqê û êrîşên ser Hewlêrê, paşê Beled û Bexda hatin guftûgo kirin û tekez li ser girîngî û pêwîstiya hemahengiya di navbera aliyên peywendîdar li Iraq û Herêma Kurdistanê û berdewamiya alîkarî û piştgîriya hevpeymaniya navdewletî ya ji bo rûbirûbûna terorê û parastina aramiyê kirin.
Balyozê Amerîka pêgiriya welatê xwe ya bi berdewamiya diyaloga stratejiya Amerîkî - Iraqî dûpat kir û Serok Nêçîrvan Barzanî jî diyaloga stratejî wekî çarçêweyekî girîng ya ji bo pêşxistina peywendiyên Amerîka li gel Iraq û Herêma Kurdistanê da zanîn, dûpat jî kir ku Herêma Kurdistanê xwazyarê peywendiyeke tendirust û çalake li gel Hikûmeta Federaliya Iraqê û amadeye kêşeyên li ser bingeha destûr çareser bike.
Rewşa Herêma Kurdistanê û girîngiya yekrêziya aliyan, pêşhatên dawî yên belavbûna pejika Korona û hewlên ji bo dabînkirina derziyan, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê û alîkariya Neteweyên Yekgirtî û civaka navdewletî ya li vî derbarî de, rêkeftina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê, rewşa deşta Nînowa û çend pirseke dinê girîng û hevbeş bûn, xistin ber behs û guftûgoyan.