Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsolê Misirê kir

2020-11-04T12:12:08.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Berî nîvroya îro çarşem 04/11/2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Mihemed Wecîh Hîcazî Konsolê nû yê Misir li Herêma Kurdistanê kir.

Li hevdîtinê de Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li birêz Konsolê nû yê Misir li Herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê li erkê wî da xwest, her wiha xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Misir dûpat kir û balkişand li ser wê yekê ku gelê Kurdistanê bi rêz ve li peywendiyên xwe yên dîrokî yên li gel Misirê dinêre û tîşk xiste li ser rol û pêgeha Misir ya li navçeyê.

Ji aliyê xwe ve birêz Konsolê nû yê Misirê, ji bo wê pêşwazî û piştevaniya li Konsolxane û karên wê yên li Herêma Kurdistanê tê kirin spasî gel û serkirdayetiya Herêma Kurdistanê kir û rêz û pêzanînên welatê xwe yên ji bo peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê û rola Pêşmerge li şerê dijî terorê û têkşikandina Da'îş derbirî û xwesta welatê xwe ya ji bo ber bi pêşvebirina peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê bi taybetî li warê aborî û kultûrî da dûpat kir.

Zêdekirina geşta asmaniya raste rast ya Hewlêr - Qahîre ya ji bo çar geştên heftane, derfeta xwendinê ji bo xwendekarên Kurdistanê li zanîngehên Misir, rola El Ezher li kûrkirina kultûra pêkvejiyan û hevdû qebûlkirinê, derfeta kar û veberhênana kerta taybet û veberhênerên Misriyên li Iraq û Herêma Kurdistanê, metirsiya terorê û rûbirûbûn û rewşa navçeyê bi giştî, çend mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.