![](https://presidency.gov.krd/uploads/old_images/2021/09/NB_Balyozxi-Bengladish-23-9-2021.jpeg)
2021-09-23T11:08:33.000000Z
Îro pênçşem 23.09.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Mihemed Fezil Elbarî Balyozê nû yê Bangladeş li Iraqê û şandeke li gel da kir.
Li hevdîtinê de Serok Nêçîrvan pîrozbahiya destbikarbûnê li rêzdar kir û hêviya serkeftinê li erkê wî yê nû da xwest û piştevaniya Herêma Kurdistanê ya ji bo serxistina erk û karên wî nîşan da, her wiha tekez li ser ber bi pêşvebirina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Bangladeş ya li warên cûda cûda da kir û balkişand li ser çalakbûna destê karê Bangladeşî li Herêma Kurdistanê.
Ji aliyê xwe ve birêz Balyozê Bangladeşê silav û rêz û banghêşta Serokê welatê xwe ya ji bo serdana Bangladeşê pêşkêşî Serok Nêçîrvan Barzanî kir û spasî Herêma Kurdistanê bi xelk û Hikûmetê ve kir ji bo pêşwazî û hevkariya wan ya li gel destê karê Bangladeşî û xwesta ber bi pêşvebirina peywendiyên welatê xwe li gel Iraq û Herêma Kurdistanê li hemû waran de, bi taybetî li warê bazirganiyê da dûpat kir.
Nirxandina hilbijartinên Iraqê, rewşa koçberan li Herêma Kurdistanê û Bangladeş, pêwîstiya vekirina nivîsîngeh yan konsolgeriya Bangladeş li Hewlêrê, aliyeke dinê hevdîtinê bû.

![](/uploads/old_images//2021/09/NB_Balyozxi-Bengladish1-23-9-2021.jpeg)