Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Îspanyayê kir

2021-07-28T12:57:35.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Piştî nîvroya îro çarşem 28.07.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Hansy Iskobar Balyozê Îspanya li Iraqê kir ku erkê wî bi dawî dibe.

Li hevdîtinê de birêz Serokê Herêma Kurdistanê, malavayiyê li birêz Balyozê Îspanyayê kir û hêviya serkeftinê li erkê wî yê nû da xwest. Her wiha spas û pêzanînên xwe ji bo hewl û rola wî ya li pêşxistina peywendiyên Îspanya li gel Iraq û Herêma Kurdistanê pêşkêş kir.

Li beşeke dinê hevdîtinê de paşeroja peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Îspanya, derfeta veberhênan û sermayeguzariya Îspanî li Herêma Kurdistanê, rewş û hilbijartina pêşwexta Iraqê, pêşketinên navçeyê û çend babeteke ji bo her du aliyan girîngbûn, hate nirxandin.