Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Yekîtiya Ewrûpa rewşa Iraqê guftûgo kirin

2020-09-22T07:43:10.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Berî nîvroya îro sêşem 22/09/2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Martin Huth Balyozê Yekîtiya Ewrûpa li Iraqê kir.

Li civînê de ku birêz Nûnerê Yekîtiya Ewrûpa li Herêma Kurdistanê amade bû, hengavên li Iraq û Herêma Kurdistanê ya ji bo rûbirûbûna pejika virusa Korona û encamên wê yên bi taybetî li warê aboriyê da, metirsiyên terorê û tevgerên Da'îş, proseya siyasî û erkê Hikûmeta nû ya Iraqê û hilbijartina pêşwext ya paşeroja welat, hatin nirxandin.

Pêşhatên dawî yên guftûgoya çareserkirina kêşeyên Herêma Kurdistanê li gel Hikûmeta Federaliya Iraqê, mijareke dinê civînê bû, têda Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku kêşeyên Hewlêr - Bexda bi tenê babeta mûçe û budce nîne û aramiya Iraqê û çareserkirina kêşeyên Hewlêr - Bexda du babetên pêkve girêdayî ne. ji bo çareserkirina kêşeyên wan Yekîtiya Ewrûpa û civaka navdewletî jî dikarin hevkariya Iraqê bikin.

Li civînê de her du alî piştgîriya xwe ji bo hilbijartina pêşwext ya Iraqê derbirîn û di derbarê çend mijareke dinê wekî peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel welatên cîran, rola Yekîtiya Ewrûpa û Neteweyên Yekgirtî li Iraqê û derfeta veberhênan û sermayeguzariya Ewrûpî li Iraq û Herêma Kurdistanê de danustandina bîr û ramanan kirin.