Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Fransa rewşa Iraqê guftûgo kirin

2021-12-05T19:32:17.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Serok Nêçîrvan Barzanî hişyariya wê yekê da ew êrîşên vê dawiyê ya Da'îş, metrisiyên rasteqînene li ser aramiya Iraq û navçeyê û her wiha gefê li ser asayişa cîhanê jî dike, ji bo wê yekê pêwîste piştigîriya civak û Hevpeymaniya Navdewletî ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê bê bihêztir kirin û Iraq û hevbeşên wê pêkve karên ciddîtir ji bo rûbirûbûna teror û ji navbirina wê bikin.

Di dema pêşwazî û civîna li gel birêz Eric Chevalier Balyozê Fransa li Iraqê ku êvariya îro yekşem 05.12.2021 li Hewlêrê birêve çû, Serok Nêçîrvan Barzanî her wiha rasterêkirina proseya siyasî li welat û hebûna aramiya siyasî bi pêwîstiyekê li pêşîneya ji bo rûbirûbûna terorê û têkşikandina yekcarekiya Da'îşê da zanîn.

Li civînê da ku birêz Olivier Decottignies, Konsolê Giştî yê Fransa û berpirsên li Serokayetiya Herêma Kurdistanê jî amade bûn, pêşhatên siyasî û emnî yên Iraqê, hilbijartina Encumena Nûneran û pejirandina encamên wê, hengavên paşerojê ya ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Federaliya Iraqê û bihêzkirina peywendiyên Fransa li gel Iraq û Herêma Kurdistanê hatin guftûgo kirin.

Her du alî hevra bûn ku ji bo rûbirûbûna terorê û têkşikandina Da'îş, alîkarî û hemahengiya serbaziya Pêşmerge û Artêşa Iraqê û berdewamiya piştigîriya Hevpeymaniya Navdewletî ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê pêwîste. Her li vî derbarî de birêz Balyozê Fransa li Iraqê, ji bilî sersaxî ya ji bo şehîdên vê dawiyê ya ji destê terorê li Pêşmerge û welatiyan, berdewamiya hemû hevkarî û piştigîriyekê welatê xwe ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê dûpat kir.

Di derbarê Hiûmeta paşerojê ya Iraqê jî her du alî tekez li ser giringiya pêkanîna Hikûmetek kirin ku cihê rizamendî û komkerê hêz û pêkhatên Iraqê û bersîvderê çaverêyiyan û daxwaziyên welatiyan li aramî û jiyaneke baştir bê, her wiha rûbiruyê gefên niha û paşerojê bibê û rola xwe li parastina aramiya navçeyê da bibîne.

Peywendiyên Hewlêr û Bexda, rewşa navxweya Herêma Kurdistanê, giringiya yekrêziya aliyên Kurdistaniyan û hevbeşiya wan ya çalak li Bexda, pejika kovid_19 û encamên wê, pirsa koç û rewşa penaberan li Belarusya û Polonya, rewşa koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê, rewşa deşta Nînowa û Şingalê, amadehî û rola Fransa li navçeyê bi giştî, pêşhatên dawî yên li Sûriye û çend pirseke dinê ji bo her du aliyan girîng û hevbeş bûn, mijarên dinê civînê bûn.