2021-08-06T10:07:42.000000Z
Her li berdewamiya serdana xwe ya Tehranê de, berî nîvroya îro în 06.08.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel birêz Mihemed Baqir Qalîbaf Serokê Encumena Şûraya Îslamiya Îranê civiya.
Civîna ku bi amadebûna xanima Rêwaz Fayiq Seroka Parlemena Kurdistanê birêveçû û têda pêşxistina warên peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Komara Îslamiya Îranê li ser bingeha cîrantiyeke baş û berjewendiya hevbeş û girîngiya parastina asayîş û aramiyê guftûgo kirin.
Li civînê de ku birêzan şanda li gel Serok Nêçîrvan Barzanî û hejmarek ji berpirsên Komara Îslamiya Îranê jî amade bûn, her wiha di derbarê rewşa navçeyê bi giştî û çend pirseke dinê girîng û hevbeş de danustandina bîr û ramanan kirin.