Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Amerîka rewşa Iraqê nirxandin

2020-06-02T13:37:59.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Nîvroya îro sêşem 02.06.2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Matthew Tueller Balyozê Amerîka li Iraqê kir.

Li civînê de rewşa Iraqê û pêşhatên belavbûna pejika virusa Korona û encamên wê yên aborî, gef û tevgerên Da'îş, destbikarbûna Serok Wezîr birêz Mistefa Kazimî û hewlên wî yên ji bo temamkirina kabîneyê û diyaloga stratejiya Iraq û Amerîka ku vê mehê birêve diçê, hatin nirxandin.

Serok Nêçîrvan Barzanî piştevaniya Herêma Kurdistanê ji bo Hikûmeta birêz Kazimî dûpat kir û hêvî xwest pêkhatên kabîneyê bêne temam kirin da ku Hikûmet bikarê ji bo rûbirûbûna gefan û rewşa aborî, siyasî, emnî û rûbirûbûna Koronayê hengavan bavêje.

Her dû alî li ser girîngiya diyaloga stratejiya Iraq û Amerîka hevra bûn ku dibê çarçêweyek ji bo peywendiyên Iraq û Amerîka, ji bo vê mebestê jî divê Iraq berjewendî û ewlewiyetên xwe destnîşan bike. Her wiha tekez li ser hevkariya Amerîka ya ji bo piştgîriya Iraq û Herêma Kurdistanê ya derbaskirina rewşê û pêwîstiya berdewam ya piştgîriya hevpeymaniya navdewletî li şerê dijî terorê de kirin.

Rewşa navxweya Herêma Kurdistanê û girîngiya hevkariya aliyan ya ji bo derbaskirina rewşê û rola Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya li vî derbarî de, teşwiq û handana veberhênan û kerta taybet li Iraq û Herêma Kurdistanê mijareke dinê civînê kobûneweke bû ku birêz Steven Fagin Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê jî li civînê de amade bû.