Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê rewşa emnî li gel Wezîrê Navxweya Iraqê guftûgo kir

2021-03-24T11:24:25.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ
Berî nîvroya îro çarşem 24.03.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Osman El Xanimî Wezîrê Navxweya Iraqê kir.

Li hevdîtinê de pêşhatên dawî yên emnî yên Iraqê, kar û erkê hêz û dezgehên emnî yên ji bo parastina aramî û asayîşa bajaran, xwepêşandanên vê dawiyê ya li çend parêzgeheke Iraqê, metirsiya serhildana terorê, hengavên bi cîhkirina rêkeftina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federaliya Iraqê ya ji bo asayîkirina rewşa Şengalê û çend pirseke dinê girîng û hevbeşbûn hatin guftûgokirin.

Her du alî tekez li ser pêwîstiya pêgiriya bi cîhkirina rêkeftina Şingalê li gel bi lezkirina hengavan bi alîkarî û hemahengiya aliyên peywendîdarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federaliya Iraqê kir û alîkariya hevbeş û hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê ji bo rûbirûbûna metirsiyên Da'îş bi girîng û pêwîst zanîn.