Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Balyozê Amerîka, rewşa Iraqê nirxandin

2022-02-16T14:46:56.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Nîvroya îro çarşem 16.02.2022 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Matthew Tueller Balyozê Amerîka û şandeke li gel da kir.‏

Li civînê de pêşketinên dawî yên rewşa siyasiya Iraqê, bi taybetî jî piştî biryara Dadgeha Bilinda Federalî ya di derbarê kerta neft û gaz li Herêma Kurdistanê guftûgo kirin. ‏

Li vî derbarî de Serok Nêçîrvan Barzanî nêrîna xwe ya ji bo çawayiya derxistina biryarê û ‏hengavên ji bo çareseriyê xiste rû, dûpat jî kir ku ev qonaxa Iraq têdaye wiha dixwazê Dadgeha Federalî û hemû aliyên Iraqiyan jî li pey çareserkirina kêşeyan da bigerin. ‏

Rêzdar her wiha ronahî kir ku Herêma Kurdistanê herdem pêgiriya xwe ya ji bo ‏çareserkirina kêşeyên li gel Hikûmeta Federaliya Iraqê li ser bingeha destûrê nîşan ‏daye û dûpat kir ku ev cûre hengav xizmeta aramiya li welat nakin, ji bo wê yekê em ‏hemû divê ji bo çareserî û parastina aramiyê kar bikîn.‏

Li civînê de her du alî hevra bûn ku piştî hilbijartinên cotmeha derbasbûyî ya Encumena Nûneran, dostên Iraqê çaverêya pêkanîna hikûmetê û aramî û ‏ber bi pêşveçûna proseya demokrasiyê ne li Iraqê de, her wiha tekez li ser girîngiya alîkarî û ‏hemahengiya di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federaliya Iraqê kirin bi taybetî ji bo ‏rûbirûbûna terorê ku hê jî li Iraq û Sûriye jî metirsiyeke rasteqîneye. ‏

Hilbijartinên Herêma Kurdistanê, mijareke dinê civînê bû, têda Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li wê yekê kir ku Serokayetiya Herêma Kurdistanê li gel aliyên ‏peywendîdar kar dike û li gel aliyên siyasiyan li peywendiyê daye bo ku ‏hilbijartin di dema xwe da bê encamdan. ‏

Her du alî rewşa Pêşmerge û hengavên çaksazî û proseya yekxistina wan û piştgîriya Amerîka û welatên dinê dost xiste ber behs û hevra bûn ku li gel wan hengavên ‏başbûn ku li vî derbarî de hatine avêtin, prose hê jî karê zêdetir dixwaze û li vî derbarî de berdewamiya Amerîka û dostên Herêma Kurdistan pêwîste.‏

Kerta aborî û girîngiya aramiyê ya ji bo teşwiq û handana sermayeguzarî û veberhênana ‏biyanî li Herêma Kurdistan û Iraqê, girîngiya serbixweyî ya dadgehan li Iraqê û Herêma Kurdistanê û berdewamiya alîkariya hevbeşiya Iraqê û civaka navdewletî, çend mijarên dinê vê civînê bûn.