Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî Derbarê Hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê

2025-11-10T15:00:00.000000Z
Nûçe

Welatiyên hêja yên Kurdistanê!


Sibe dengdana giştî ji bo hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê tê lidarxistin. Ez daxwazê ji hemû kesên ku mafê dengdanê wan heye dikim ku beşdariyeke çalak tê de bikin. Bi awayekî şaristanî û azadane deng bidin. Çarenûs û paşeroja welat, cîbicîkirina destûr û pejirandina baştir a federalîzmê, bi beşdarî û dengê we, tê diyarkirin.


Dengdan maf û erk, peyam û emanetek e. Berpirsiyariyeke neteweyî û derfeteke nûbûnê ye ku hûn bi dengê xwe yê azad, qonaxa paşerojê ya pêvajoya siyasî û jiyana siyasî li Iraqê bi awayekî rast nîşan bidin, bidestxistina aramiya siyasî ya zêdetir, xizmetguzariyên baştir, pêşketin û jiyaneke hêja ji bo her kesî re beşdar û hevkar bin.


Dengdan, pabendiya we ye bi mafên we û bi xurtkirina pêgeha Herêma Kurdistanê di Iraqeke federal de. Beşdariya we ya berfireh di dengdanê de, dê cihê Herêma Kurdistanê li Iraqê xurtir bike û dengê we li Bexdayê wêrektir bike. Ew peyameke zelal dişîne li ser pabendbûna gelê Kurdistanê bi demokrasiyê û jiyana hevpar û diyalogê ji bo avakirina paşerojeke geş ji bo gelê Kurdistanê û hemû pêkhateyên Iraqê.


Ez daxwazê ji aliyên pêwendîdar dikim ku bi tevahiya berpirsiyarî û pîşeyiyaneya xwe, birêveçûna pêvajoya dengdanê ya bêqisûr û azad, bi rêkûpêkî û aramiyê misoger bikin. Aliyên siyasî jî divê bi berpirsiyarane û li gorî qanûnan, bi rêveçûna pêvajoyê re mijûl bibin û hemû alî bi komîsyona bilind a serbixwe ya hilbijartinan re hevkar bin. Erka me hemûyan e ku rûyê bedew ê demokrasi û şaristaniya Herêma Kurdistanê nîşan bidin.


Her dengek ji bo Kurdistanê girîng e. Deng bide û di wênekirin a paşeroja xwe û welatê xwe de beşdar be.


Hêviya serkeftinê ji bo her kesî dixwazim.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
10.11.2025