Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê serdana Leqa Partî ya li Bexdayê kir

2021-04-11T18:24:15.000000Z
Nûçe
Li berdewamiya hevdîtin û civînên xwe yên li Bexdayê, Serok Nêçîrvan Barzanî serdana baregeha şewitandiya Leqa Pênc ya Partiya Demokrata Kurdistanê kir ku berî demekê ji aliyê grûpeke çekdar ve êrîş li ser hatibû kirin û ji aliyê berpirs û kargêr û endamên Leqa Pênc ya Partî (PDK) ve hate pêşwazî kirin.

Paşê li civîneke rojnamevaniyê da Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser wê yekê û got: "Em li gel cenabê berpirsê leq û kargêr û endamên Leqa Pênc ya Partiya Demokrata Kurdistanê îro hatîn vir ku mixabin ev rûdana rû dayî hinek kesên li derveyê yasa vê tiştê li ser Baregeha Partî ya li vir aniye. Îro hatîn leqê me serdana biraderan kir û dakokî li ser piştgîriya xwe ya ji bo wan kir û bi hêviya xwedê ewê ji destê me bê, ji bo piştgîrîkirina wan dikîn û hêvîdarîn yasa rêya xwe wergirê ku wan lêpirsînê tomar kirine. Hêvîdarîn yasa serwer bê û ew kesên bûne sedema wê yekê ev baregeh bê şewitandin, bidin dadgehê û yasa serwer bê li wê yekê ku çi biryarek dide".

Li bersîva pirsiyarek di derbarê encama serdan û civîn û hevdîtina birêz ya li gel berpirsên bilindên Iraqê li Bexda, Serok Nêçîrvan Barzanî got: "Bi baweriya min ev serdana Bexdayê bi xwe û hevdîtinên li gel berpirsên Bexdayê hengavekî gelek başe, bi raya min pêwîste ev peywendî berdewam bê. Piştî pejirandina yasaya budceyê, me bi pêwîst zanî vê serdana Bexdayê encam bidîn û yekem tişt li nêzîk ve spasî fraksiyonan bikîn û hewl bidîn kêşeyên din jî bêne çareser kirin, ji ber ku kêşeya Herêmê li gel Bexda tenê peywendî bi pirsa budceyê ve nîne, peywendî bi pirsa maddeya 140 û pirsa Kerkûk û pirsa Şingal û cihên din ve heye, ewê ku girînge pêwîste pêkve çareseriyê ji bo wan hemû kêşeyên îro li navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê da heye peydabikîn û li encamê da li wê baweriyêdayîn ji ber çareserkirina van kêşeyan ve Iraq ber bi aramiyeke zêdetirê siyasî ve diçe, ber bi aramiya zêdetira emnî ve diçe û her pêşketinek li vî derbarî de li berjewendiya Herêma Kurdistan û bi awayeke giştî li berjewendiya hemû Iraqê daye".