2021-07-29T07:52:07.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Metran Dr. Avak Asadoryan Serokê Tayifeya Ermenî Ortodoks li Iraqê û Emîndarê Giştî yê Encumena Serokên Tayifeyên Mesîhiyan li Iraqê kir.
Li civînê de rewşa tayife û mezheba Ermen û Mesîhiyan li Iraq û Herêma Kurdistanê, girîngiya beşdarî û hevbeşiya tevahiya pêkhatên Iraqê li kayeyên birêvebirinê û proseya siyasiya welat da, rewşa dêr û kilîseyan û parastina taybetmendî û mafên wan, metirsiyên Da'îş û hilbijartinên paşerojê ya Iraqê, hate guftûgo kirin.
Li civînê de birêz Metran Asadoryan behsa rewşa jiyana Ermenên Kurdistanê û bi serdankirina wan kir ku mezintirîn hejmara wan li Zaxoye. Her wiha tîşk xiste li ser rewşa emnî ku bûye sedema koçkirina Ermenên Iraqê li derveyê welat û pesnê hevdû qebûlkirin, pêkvejiyan, tebayî û lêborîniya li Herêma Kurdistanê kir û her du alî tekez li ser kûrkirina wê kultûrê kirin.