2021-04-21T19:57:28.000000Z
Êvariya îro çarşem 21.04.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Stephen Hickey Balyozê Brîtanya li Iraqê û şandeke dîplomasî û serbazî ya li gel da kir.
Li civînê de serhildana Da'îş û metirsiyên wê yên li ser aramiya Iraqê guftûgo kirin. Serok Nêçîrvan Barzanî pesnê rola Hevpeymaniya Navdewletî ya li piştevanîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê li şerê dijî terorê da kir, her wiha tekez li ser girîngiya piştrastbûna li nehiştina yekcarekiya Da'îş û pêwîstiya hemahengî û hevkariya di navbera Hewlêr û Bexda li gel Hevpeymanan kir.
Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li wê yekê kir ku piştî wan hemû salan dema ewe hatiye nêrîneke hevbeş ya aliyên Iraqiyan ya ji bo baştirkirina rewşa jiyan û guzeraniya welatiyên Iraqê bi giştî bê guftûgo kirin û ji bo vê mebestê aliyên Iraqî amadekariyê bikin.
Li beşeke dinê civînê de şanda mîhvan dilgiraniya xwe ji wan êrîşan derbirîn ku li ser Herêma Kurdistanê bi taybetî li Hewlêrê hatibû kirin, bi tundî şermezar kir, tekez li wê yekê jî kirin ku ev kirdar bandorê li ser aramiya Iraqê bi awayeke giştî dibe.
Li civînê de peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Brîtanya, serdana dawî ya Serok Nêçîrvan Barzanî ya Bexda, peywendiyên Hewlêr - Bexda û pêşketinên wê xistin ber behs û pejirandina yasaya budceya giştî ya Iraqê û rêkeftina li ser pirsa Dadgeha Federalî, bilind hate nirxandin.
Hewlên Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya ji bo yekrêziya di navbera aliyên siyasî, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê rola civaka navdewletî ya li çareserkirina kêşeyên Iraqê da, bihêzkirina sazî û damezraweyên dewletê û sûdwergirtina li piştgîriya navdewletî, rewşa aboriya Iraqê, bandorên Korona û rewşa koçber û penaberan, çend mijarên dinê civînê bûn.