Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Cîgirê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan civiya

2021-05-26T15:14:41.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Îro çarşem 26.05.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz General Richard Bell Cîgirê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê kir.

Li civînê de Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li General Bell kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest, her wiha amadehiya Herêma Kurdistanê ya ji bo berdewamiya hemû hevkarî û hemahengiyek li gel Hêzên Hevpeymanan û karê hevbeş ya ji bo rûbirûbûna Da'îş nîşan da û dûpat kir ku têkşikandina terorê tenê li rêya serbazî ve nabê, belkû divê li rûyê fikrî ve jî şerê terorê bê kirin.

Ji aliyê xwe ve General Bell pesnê rola Herêma Kurdistanê û Pêşmerge ya li têkşikandina Da'îş da kir û tekez li pêwîstî û girîngiya hemahengiya hewalgirî û hişkkirina çavkaniyên darayiyên Da'îş û pêwîstiya hemahengiya zêdetirê di navbera artêşa Iraq û Pêşmerge û Hêzên Hevpeymanan ya ji bo ji navbirina yekcarekiya Da'îşê kir.

Li civînê de her du alî hevre bûn ku damezrandina navendên alîkarî û hemahengiya hevbeşa di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê bi taybetî li wan navçeyên valahiyên emnî heye hengaveke girînge, her wiha behsa pêşhatên dawî ya rewşa emnî û metirsî û gefên terorê li Iraq û Sûriye û çend pirseke dinê girîng û hevbeş kirin.