Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Mîrê Qeterê civiya

2019-10-30T08:14:39.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Serok Nêçîrvan Barzanî li gel Mîr Temîm Bin Hemed Bin Xelîfe Al Sanî Mîrê Qeterê rewşa niha û pêşhatên dawî ya navçeyê guftûgo kirin û her dû alî di derbarê çendîn pirsên peywendîdar yên niha û paşaroja navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Li dûyemîn roja serdana xwe ya Qeterê û li çarçêweya beşdarîkirina li civîna grûpa serekî ya Konferansa Asayîşa Munich li Doha, li civînê de li gel Mîr Temîm Bin Hemed Bin Xelîfe Al Sanî Mîrê Qeterê berî nîvroya îro çarşem 30.10.2019 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê her wiha behsek di derbarê peywendiyên Hewlêr û Bexda û guftûgoya çareserkirina kêşeyan, peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Qeter û derfeta veberhênanê ji bo kerta taybetî ya Qeter li Herêma Kurdistan û Iraqê pêşkêş kir.

Li civînê de birêz Balyozê Iraqê li Doha û şanda li gel birêz Serokê Herêma Kurdistanê amade bûn.