Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Wezîrê Derveyê Îtalya civiya

2021-12-23T16:46:55.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Êvariya îro pênçşemê 23.12.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Luigi Di Maio Wezîrê Derveyê Îtalya û şandeke dîplomasî û serbaziya li gel da kir.

Li civînê de ku birêz Balyozê Îtalya li Iraqê û Konsolê Îtalya li Hewlêrê amade bûn, birêz Wezîrê Derveyê Îtalya behsa serdana xwe ya hêzên welatê xwe ya li Iraqê kir û tekez li ser berdewamiya piştgîriya Îtalya ya Iraq û Herêma Kurdistanê kir. Her wiha pesnê rola Pêşmerge ya li têkşikandina Da'îş û mîhvanperweriya Herêma Kurdistanê û hewandina koçber û penaberan kir.

Birêz Wezîrê Derveyê Îtalya, Serok Nêçîrvan Barzanî ji bo serdaneke fermî vexwend Roma yê, her wiha di derbarê peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Îtalya, her du alî xwesta hevbeş ya ji bo pêşxistina peywendiyan û berfirehkirina warên alîkariya hevbeş dûpat kirin, bi taybetî jî li rûyê aborî û kultûrî ve.

Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî pîrozbahiya li birêz û gel û hikûmeta Îtalya bi helkefta hatina cejna ji dayikbûna Hezretî Mesîh û sala nû ve, spas û pêzanînên Herêma Kurdistanê ji bo piştgîriya Îtalya li Iraq û Herêma Kurdistanê li şerê dijî Da'îş da, her wiha ji bo meşq û rahênana Pêşmerge û alîkariya miroviya Îtalya, dûpat kir.

Rewşa siyasî û hilbijartinên Encumena Nûnerên Iraqê, encama hilbijartin û hewlên damezrandina hikûmeta nû, pêşhatên şerê dijî Da'îş û metirsiyên terorê, peywendiyên Hewlêr - Bexda û guftûgoya çareserkirina kêşeyên wan, rewşa û girîngiya parastina aramiya navçeyê bi giştî û çend pirseke dinê girîng û hevbeş, mijarên dinê civînê bûn.