Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Serok Wezîrê Lubnanê civiya

2022-02-18T12:19:37.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Berî nîvroya îro în 18.02.2022 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê her li çarçoveya Konferansa Asayîşa Munich da, li gel birêz Necîb Mîqatî Serok Wezîrê Lubnanê civiya.

Li civînê de pêşhatên dawî ya rewşa Iraqê û proseya siyasî, hilbijartina Desteya Serokayetiya Encumena Nûnerên Iraqê û hewlên pêkanîna hikûmeta nû, pêşhatên dawî yên rewşa siyasî, emnî û aboriya Lubnan û peywendiyên Lubnaniyan li gel Iraq û Herêma Kurdistanê behs kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî, xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Lubnanê dûpat kir û balkişand li ser amadeyî û kar û çalakiyên revenda Lubnanî li Herêma Kurdistanê ku li çendîn warên cûda da çalakin.

Ji aliyê xwe ve birêz Necîb Mîqatî Serok Wezîrê Lubnanê ji bilî pêşkêşkirina axaftineke kurt ya di debarê rewşa siyasî û aborî û gefên li ber welatê wan, tekez li ser amadeyî û xwesta Lubnanê ya ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê kir, her wiha Serok Nêçîrvan Barzanî ji bo serdaneke fermî, vexwend Lubnanê.

Rewşa penaberan li Lubnan û Herêma Kurdistanê, pêşhatên dawî yên şerê dijî Da'îş û rewşa navçeyê bi giştî û çend pirseke girîng û hevbeş, mijarên dinê vê civînê bûn.