Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê digel Serokê Parlamentoya Îtalyayê civiya

2023-04-13T19:22:52.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Di berdewamiya hevdîtin û civînên xwe yên li Roma, piştî nîvroya roja pênçşemê 13.04.2023ê, birêz Neçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di civînekê da digel Lorenzo Fontana Serokê Parlmentoya Îtalyayê têkiliyên Herêma Kurdistan û Iraqê digel Îtalyayê û rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên herêmî bi giştî, nirxandin.

Serok Neçîrvan Barzanî li ser navê Herêma Kurdistanê, ji bo piştgirî û alîkariyên serbazî û siyasî yên Îtalya bo Iraq û Herêma Kurdistanê spasiya Îtalyayê kir û tekez li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze di hemû waran da zêdetir peywendiyên xwe digel Îtalyayê pêşde bibe û bihêztir bike.

Serokê Parlamentoya Îtalyayê di axaftina xwe da tekez li ser girîngiya peywendiyên welatê xwe digel Iraq û Herêma Kurdistanê kir, behsa rola Pêşmergeyên Kurdistanê ya di têkşikandina DAÎŞ da, û hewandin û parastina koçber û penaberan bi taybetî koçberên mesîhî kir û got: "Divê gelê Kurd şanaziyê bi xwe bike."