Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Serok Wezîrê Qeterê civiya

2021-10-17T10:59:56.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Sibehiya îro yekşem 17.10.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li çarçêweya serdana xwe ya fermî ya Qeterê, li gel birêz Şêx Xalid Bin Xelîfe Bin Ebdulezîz El Sanî Serok Wezîr û Wezîrê Navxweya Qeterê civiya.

Li civînê de hilbijartinên Encumena Nûnerên Iraqê û pêşbiniyên ji bo paşeroja proseya siyasiya li Iraqê, pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Qeterê bi taybetî li warê aborî û bazirganî û çandin û geştiyariyê da, pejika Kovid - 19 û encamên wê û proseya derzî lêdana dijî pejikê li Iraq û Qeterê, geştên raste rast ya Hêla Asmaniya Qeterî ya Herêma Kurdistan û Iraqê guftûgo kirin.

Her du alî tekez li ser pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Qeterê kirin û behsa derfeta sermayeguzarî û veberhênana Qeterî li Herêma Kurdistanê û li wir ve jî ji bo tevahiya Iraqê kirin wekî bazareke mezin bi taybetî li wan waran da ku ji bo Herêma Kurdistan û Iraqê pêwîstin. Her wiha hengavên vekirina Konsolxaneya Giştî ya Qeter li Hewlêrê hate nirxandin.

Pêşhatên dawî yên rûbirûbûna teror û gef û metirsiyên Da'îş, rê û awayên rûbirûbûna terorê û hizra tundrewî, rewşa koçberan li wargeha El Hol li Suriye, pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî û çend pirseke dinê girîng û hevbeş, mijarên dinê civînê bûn.