Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Serokê Parlemena Urdinê civiya

2021-09-05T15:06:33.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Nîvroya îro yekşem 05.09.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Abdulmun'im Elodat Serokê Parlemena Şahnişîna Urdina Haşimî û şandeke li gel da kir.

Li civînê de ku birêzan Seroka Parlemen û Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirên Serokê Parlemen û Wezîrê Karubarê Parlemen û Balyozê Urdin li Iraqê amade bûn, peywendiyên Herêma Kurdistan û Şahnişîna Urdinê û çawayiya ber bi pêşvebirina wan guftûgo kirin û her du alî peywendiyên xwe bi dîrokî dane zanîn.

Şanda Urdinê, berdewamiya piştgîriya Şah Abdullah û Şahnişîna Urdina Haşimî ya ji bo Herêma Kurdistanê dûpat kirin û rêz û pêzanînê ji bo rola Herêma Kurdistanê ya li şerê dijî terorê û têkşikandina Da'îş de dûpat kirin û bi girîngiyê ve behsa rol û pêgeha Herêma Kurdistanê ya li ser asta Iraq û navçeyê ya ji bo parastina hevsengî û aramiyê kir.

Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî spas û pêzanînên Herêma Kurdistanê ji bo piştgîriya berdewamiya rêzdar Şah Abdullahê duyem û Urdinê çi li demên dijwarên berê û çi niha ya li Herêma Kurdistanê dûpat kir û xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina hemû warên peywendiyên li gel Urdinê nîşan da.

Rewşa siyasî û emniya Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşxistina warên alîkarî û hevbeşî, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê, metirsiyên terorê û rûbirûbûna Da'îş, pejika kovid-19 û encamên wê, derfeta kar û veberhênana li Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr - Bexda û guftûgoya çareserkirina kêşeyên wan li gel çend babeteke dinê girîng û hevbeş, mijarên dinê civînê bûn.