Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Wezîrê Bazirganiyê Tirkiyê civiya

2021-09-26T08:15:35.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku derfetên sermayeguzarî û verberhênana Tirkî li Herêma Kurdistanê gelek li bar û berfirehin û rêya bazara mezina Iraqê ya ji bo bazirganiya Tirkiye bi Herêma Kurdistanê da derbas dibe, ji bo wê yekê stratejî û bîrkirina nû ya Tirkiye ya ji bo çawayiya berfirekirina warên bazirganî û çalakiyên aborî û veberhênanê li Herêma Kurdistan û Iraqê pêwîste ku li bazirganiyeke zêdetir, giraniyê bêxe ser veberhênanê.

Li civîna ku sibehiya îro yekşem 26.09.2021 li Hewlêrê birêveçû, birêzan Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Mihemed Muş Wezîrê Bazirganiyê Tirkiyê, tekez li ser xwesta pêşxistina bi peywendiyên bazirganî û aboriyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Tirkiye kir û hevra bûn ku pêwîste hemû giriftên li ber berfirehkirina warên bazirganî û aboriyên li navbera her du aliyan da, bêne çareser kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî peywendiya aborî û bazirganiyên Herêma Kurdistanê li gel Tirkiye bi girîng û stratejî û yasaya veberhênana li Herêma Kurdistanê bi yasayeke dostane da zanîn ku hana sermayeguzariya biyanî dide, her wiha amadehiya Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşkêşkirina hemû hêsankariyeke pêwîst ya ji bo sermayeguzarî û bazirganiya Tirkiye li gel Herêma Kurdistan û Iraqê nîşan da.

Ji aliyê xwe ve birêz Wezîrê Bazirganiya Tirkiye xwesta welatê xwe ya ji bo pêşxistina peywendiyên bazirganî û berfirehkirina çalakiyên aboriyên li Herêma Kurdistanê dûpat kir û balkişand li ser çend mînakeke serkeftiya veberhênan û sermayeguzariya Tirkî li welatên navçeyê kir ku bi heman awayî li Herêma Kurdistanê bê dûbare kirin, ji wê jî ber bi hemû navçeyên dinê Iraqê bê berfireh kirin.

Li civînê de ku hejmarek ji Wezîr û aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê û Balyozê Tirkiye û şandeke Tirkî amade bûn, bandorên pejika Korona ya li ser bazirganî û çalakiyên aborî, rêjeya bazirganî û hawirdekirina Tirkiye li gel Iraq û Herêma Kurdistanê, sîstema bankdarî û şandin û veguhestina pereyan, dadgeha bazirganî, geştiyarî û çend pirseke din hate guftûgo kirin.