2021-09-22T10:22:29.000000Z
Berî nîvroya îro çarşem 22.09.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Qedasetê Patriyark Mar Awayê sêyem, Patriyarkê Dêra Rojhilatiya Aşûrî li cîhanê kir.
Li civînê de ku birêzan şandeke Dêra Rojhilatiya Aşûrî û Wezîrê Ewqaf û Karubarê Olî amade bûn, Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî dûbare pîrozbahiya li Qedasetê Patriyark ya ji bo destbikarbûnê, hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û hemû piştgîriyeke ji bo serxistina erkê wan û Dêra wan dûpat kir, her wiha rola Qedaset û Dêr û kesayetî û mamostayên hemû olan li kûrkirina pêkvejiyan û lêborînî û aştevayî û hebûna kursiya Patriyark li Hewlêrê bi girîng û watedar û cihê baweriyê da zanîn.
Ji aliyê xwe ve Qedasetê Patriyark Mar Awayê sêyem, Patriyarkê Dêra Rojhilatiya Aşûrî li cîhanê û şanda li gel, ji bilî xweşhalî û spas û pêzanînên ji bo beşdariya Serok Nêçîrvan Barzanî li rêwresma danîna Qedasetê Patriyark da, pesnê rol û bandora birêz ya li piştgîriya pêkhatan û parastina pêkvejiyan û tebayî ya li Herêma Kurdistanê kir û her du alî tekez li ser nermî û girîngiya aramiyê kir.
Nirxandina karubarên dêrê li Herêma Kurdistan û Iraq û cîhanê û rewşa mesîhî û pêkhatên li Herêma Kurdistan û Iraqê, mijareke dinê civînê bû ku têda Qedasetê Patriyark spasî gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji bo pêşwazî û hewandina koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê, bi taybetî jî koçberên mesîhiyan.