2024-02-06T10:33:56.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja 06.02.2024ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya birêzan Seungcheol Lim Konsulê Giştî yê Koreya Başûr li Herêma Kurdistanê û Ko Hye-Seok Serokê KOICA kir.
Di hevdîtinê da behsa pêşxistina peywendiyên di navbera Koreya Başûr û Herêma Kurdistanê û kar û çalakiyên KOICA li Herêma Kurdistanê hate kirin ku, eve çendîn salin alîkariya Herêma Kurdistanê dike û çendîn projeyên xizmetguzariyê li navçeyên cuda cuda li Herêma Kurdistanê encam daye.
Serok Nêçîrvan Barzanî peywendî û dostaniya Koreya Başûr digel Herêma Kurdistanê bilind nirxand û bi taybetî amaje bi wan kar û çalakiyan kir ku yên KOICA di warên curbicur da ji bo alîkariya xelkê Herêma Kurdistanê pêkanîne, herwisa kar û xizmetên Tîma Leşkerî ya Zeytûnê ya Koreya Başûr bi bîr xist ku 20 sal berê hatine Herêma Kurdistanê û peywendiyên di navbera her du welatan de bihêztir kirin.
Peywendiyên Hewlêr - Bexda, rewşa Iraq û navçeyê bi giştî mijarên din yên hevdîtinê bûn.