Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Swîsreyê kir

2022-01-20T09:27:26.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Sibehiya îro pênçşem 20.01.2022 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Lukas Gasser Balyozê Swîsre yê Iraq û Urdinê û şandeke li gel da kir ku ji Emmanê ve karên xwe birêvedibin.

Li civînê de pêşxistina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Swîsre hate nirxandin, ji bo vê mebestê jî tekez li ser girîngiya vekirin û destbikarbûna Balyozxaneya li Bexdayê kirin, her wiha behsa proseya siyasî û rewşa Iraqê bi giştî kirin.

Her du alî hevra bûn ku firehiya neteweyî û olî ya li Iraqê dewlemendiye û girînge Iraqî ji bo proseya siyasiya welat bigihin hevdû têgihiştina hevbeş û hikûmeta nû û proseya siyasî bi giştî komker û li xizmeta aramiya siyasî û berjewendiya Iraqê û hemû pêkhatên wê û li asta gefên li pêşiya wê da bê.

Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li wê yekê kir ku girînge li Iraqê aramiya siyasî hebê û rêyek ji bo pêkve kar kirin û hevbeşiyê bê peydakirin û kêşe bêne çareser kirin, bi taybetî kêşeyên Hewlêr - Bexda ku îrade û biryara siyasî jêre pêwîste, her wiha pêgirî bi destûrê bêkirin û federalî biçespê, civaka navdewletî jî li piştevanîkirina Iraqê de berdewam bê.

Rewşa navçeyê bi giştî û peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel welatên hevsû û cîran û navçeyê û çend pirseke girîng û hevbeş, mijarên dinên hevdîtinê bûn.