2019-12-17T11:13:30.000000Z
Îro sêşem 17/12/2019 li avahiya Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya li Hewlêrê, her sê Serokayetiyên Herêma Kurdistanê dûyemîn civîna xwe ya dewrî encamdan.
Li civînê de her sê Serokayetiyên Herêmê (Serokayetiya Herêmê, Serokayetiya Parlemen û Serokayetiya Hikûmetê), tekez li ser girîngiya yekrêzî û yek helwestiya siyasiya aliyên Kurdistanî ya ji bo rûbirûbûna rewş û pêşhatan kir. Her li vî derbarî de hewlên Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya ji bo komkirina aliyên siyasî û hengavên wan yê ji bo pêkanîna Hevpeymaniya Fraksiyona Kurdistaniyan li Bexda, bilind nirxandin.
Di civînê de guftûgoyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li gel Hikûmeta Iraqa Federal nirxandin û rola şand û tîma danustandinkarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo wê rêkeftina li gel Wezareta Darayiya Hikûmeta Federal ku di derbarê babeta budceya 2020 de kiribûn bilind nirxandin. Her wiha daxwaz kirin ku Hikûmeta Iraqa Federal rêkeftin û hevtêgihiştinên li gel Herêma Kurdistanê jî bi cîh bike.
Her li vê civînê de amadebûyan piştgîriya xwe ji bo hewlên çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbirîn, her wiha tîşk xistin li ser livîn û tevgerên Da'îşê bi taybetî yên li navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê û dûpat kirin ku serhildana terorê metirsiyekî rasteqîneye û pêwîste hevkarî û hemahengiya navdewletî ya ji bo berevanîkirina wê berdewam bê.
Nirxandina proje yasaya hilbijartinê û yasaya komisyona bilinda serbixweyiya hilbijartinên li Iraqê û proje yasaya reform û çaksaziya li Herêma Kurdistanê, beşekî dinê vê civînê bû.