Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Daxuyaniyek ji Serokê Herêma Kurdistanê

2020-02-06T16:41:57.000000Z
Daxuyanî
Berdewamiya bikaranîna tundiya dijî xwepêşanderên li Iraqê şermezar dikîn. Xwepêşandana aştiyaneya medenî, mafekî destûriya rêpêdayiye, kuştina xwepêşanderan û bikaranîna hêz ya ji bo belav kirina wan, tawanekî zeq û zeftkirina azadî û mafên destûriyên hemwelatiyane.

Em di demek da daxwaza ragirtina wan tundutîjî û helsukeftên nerewa û neyasayiyane dikîn, piştgîriya xwe ji bo daxwazên rewayên xwepêşanderan yên ji bo dabînkirina xizmetguzarî û xweşguzeranî û jiyanekî baştir ku mafên hêjayê gelê Iraqe dûpat dikîn.

Divê em hemû wê yekê têbigihin ku kêşe û nerazîbûn û daxwaziyên xelkê, bi bikaranîna hêz û serkutkariyê nayên çareser kirin, heman demî de ji bo dawî anîna wê qeyranê, daxwazê dikîn her çi zûtire proseya pêkanîna kabîneya nû bê yekalî kirin.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
06.02.2020