Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Daxuyaniyek ji Serokê Herêma Kurdistanê

2021-04-25T09:11:45.000000Z
Daxuyanî
Rûdana bi azar û diltezîna agirketina şeva derbasbûyî ya li‌ nexweşxaneya Îbn El Xetîb ya taybet bi nexweşên Korona li Bexda ku têda dehan kes giyanê xwe ji dest dan û birîndar bûn, me hemûyan hejand.

Pirse û serxweşiyên xwe yên kûr pêşkêşî malbat û kesukarên qurbaniyan û tevahiya gelê Iraqê dikim, hevsoz û hevbeşê xem û êşa wanim. Ji xwedayê mezin hêvîdarim giyanê wan bi himbêz û dilovaniya xwe şad bike û şîfaya bi lez ji bo birîndaran bişîne.

Herêma Kurdistanê bi hemû awayekê amadeye hemû hevkariyeke pêwîst û nexweşxane bi tevahî ji bo pêşwazîkirina li birîndarên rûdanê û pêşkêşkirina hemû çavdêriyekî pizîşkî ya pêwîst amadene.

Aliyên peywendîdar divê sedemên agirpêketinê eşkere bikin û lêpirsînê li her kêmasiyek da bikin û li hemû cîhekê rêkarên selametiyê ya baş li ber bigrin bo ku careke din rûdanên wiha diltezîn li tu cîheke welat dûbare nebin.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

25.04.2021