Serokê Herêma Kurdistanê digel Balyozê Îranê civiya
11/09/2023
|
Nûçe
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro 11.09.2023 ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya Mihemed Kazim El Sadiq Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê û şandeya pê ra kir. Di civînê da pêşxistina peywendiyên Îranê digel Iraq û Herêma Kurdistanê, rêkeftina emnî ya di....
Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî bi helkefta Şoreşa mezin ya Îlonê
11/09/2023
|
Nûçe
Bi helkefta 62 saliya Şoreşa mezin ya Îlonê, silav bo giyanê pakê rêberê şoreşê, Barzanî yê nemir û hemû têkoşer û pêşmergeyên qehreman ku, canê xwe ji bo azadiya gel û welatê xwe dane û di rêya asê û dijwara şoreşê da êş....
Serok Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Sudanî rewşa Kerkûkê nirxandin
03/09/2023
|
Nûçe
Serok Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Şîya Sûdanî Serokwezîrê Iraqa Federal, roja şemiyê 02.09.2023ê bi peywendiyeka telefonê, pêşhatên dawî yên rewşa ewlekariya Kerkûkê gotûbêj kirin. Her du alî tekez li ser wê yekê kirin ku pêwîste aliyên peywendîdar bi lez ji bona parastina seqamgîrî û....
Daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê li ser rewşa ewlekariya Kerkûkê
03/09/2023
|
Nûçe
Girtina rêya serekî Hewlêr-Kerkûkê di 6 rojên borî da karekê neyasayî bû, mixabin heta niha ew kiryara neyasayî ji aliyê rêveberiya Kerkûkê ve nehatiye rakirin! Kerkûkê pêwîstî bi cîbicîkirina yasa û destûrê heye û bi tu awayî pêwîstiya wê bi zêdetir karên neyasayî....
Peyameka sersaxiyê ji Serokê Herêma Kurdistanê
28/08/2023
|
Nûçe
Bi mixabiniyê ve min nûçeya koça dawî ya kesayetiyê navdarê mesîhî û dilsozê Kurdistanê xwedê jêrazî Metranê (Reban Hesqîal Reban) bihîst. Ez sersaxiyê ji malbat, xizm, dost û hevalên wî û bi giştî ji civaka Mesîhî ra dixwazim, hevsoz û hevxemê wan im. Xwedê....
Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser serbixweyiya desthilata dadweriyê kir
27/08/2023
|
Nûçe
Nîvroya îro yekşem 27.08.2023 birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê li rêwresmek da pêşwaziya (60) derçûyên Peymangeha Dadweriyê kir ku (45) ji wan wek dadwer û (15) ji wan wek cîgirê dawakarê giştî sonda yasayiyê xwar û destbikar dibin. Ji wê hejmarê (24)....