2019-10-10T18:32:41.000000Z
Bi boneya koça dawî ya rewşenbîr û nivîskar û rojnamevan û xebatkarê navdarê Iraqê Ednan Hisên ve, pirse û serxweşiyê li malbata rêzdarê xwedê jêrazî û kesukar û dost û hevrêyên wî û tevahiya gelên Iraqê dikîn û hevxema wanîn.
Ednan Hisên dostekî dilsoz û rastînê doza rewaya gelê Kurdistanê û têkoşerekî wêrek û xebatkarê Tevgera Demokrata Niştimaniya Iraqê û qelemekî bi rijd û navekî diyarê ronakbîrî û medenyetxwaziyê bû. Li gel baweriyên xwe rastgo bû, her bi wê navê da jî çendîn sal li çiyayên Kurdistanê mil bi milê Pêşmerge çekê xebat û rûbirûbûnê kir milên xwe.
Ednan Hisên bi helwest û bi pênûs û bi bîr û baweriya ronakbîriyê, hemû jiyana xwe ji bo azadî û demokrasî û dadweriya civakî û lêborînî û li dijî şovenîzm û dîktatoriyê terxan kir. Her bi wê nêrîna mirovî jî bi dil û piştevanê gelê Kurdistanê û mafên wê yên rewa bû. Bîranîn û helwestên wî, li wîcdana gelê Kurdistanê da herdem bi zîndî dimîne.
Giyanê wî şad û hedar û sebir ji bo me hemûyan.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
10/10/2019