Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Peyama sersaxiya Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo koça dawî ya Dr Necmedîn Kerîm

2020-10-31T15:51:09.000000Z
Daxuyanî
Koça dawî ya Dr Necmedîn Kerîm ji bo me û ji bo gelê Kurdistanê nûçeyeke xemgîn bû. Pirse û serxweşiyên xwe yên kûr pêşkêşî hevjîn û zarokên wî, kesukar û xizmên wî û xelkê Kerkûk û gelê Kurdistanê dikim û hevxema wanim.

Dr Necmedîn Kerîm, temenê xwe yê xortaniyê bexşiye şoreşa Kurdistanê û wekî pizîşkeke jêhatî û Pêşmergeyek beşdarî li şoreşa Eylûl û hilpêkirina şoreşa Gulanê da kiriye. Di dema nexweş ketina Barzaniyê Nemir da, dilsozane xizmetê kir. Li Amerîka wekî pizîşkekî çalak kar kir û bi bêyê wê yekê li xebata siyasî û dîplomasî veqetê.

Hogirî û pêgiriyeke wî yê bêsînor ji bo bajarê xwe Kerkûkê hebû. Piştî ku bûye parêzger, gelek karên girîngên xizmetguzariyê ji bo Kerkûkê encam da, dûr ketina wî jî ji Kerkûkê bi awayeke neasayî û rewşa aloza bajar, bandoreke zêde li ser kiribû.

Dr. Necmedîn dilsozê Kurdistanê û neteweyê xwe bû, ji ber wê jî peywendiyeke gelek berfireh li gel xelk û hêz û aliyên Kurdistanê da hebû, bi taybetî Serok Barzanî û xwedê jêrazî Serok Mam Celal, ji bo hemû wan erkan jî amade bû ku ji ber wê peywendiya berfireh ve diketin ser milên wî.

Xebat û dilsoziya Dr Necmedîn Kerîm li bîra me û hemû dost û nasên wî û xelkê Kurdistanê da bi zîndî dimîne.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

31/10/2020